Selahedîn Ehmedî û Omîd Moradî bo girtîgeha bajarê Şinoyê hatin veguhastin

19:19 - 8 Tebax 2022

Roja Yekşemî 16`ê Gelawêjê, du welatiyên Kurd yên bi navên Selahedîn Ehmedî 42 salî û kurê Mistefa û xelkê gundê “Sîngan” û Omîd Moradî, kurê Qadir û xelkê bajarê Nelosê, piştî bidawî hatina heyama lêpêçînê di yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê, bo girîgeha bajarê Şinoyê hatin veguhastin.

Ew welatiyên Kurd di heyama binçavkirinê de, li destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbatên xwe hatibûn bê parkirin.

Sêpêdeya roja Pêncşemî 16`ê Pûşperê, Selahedîn Ehmedî bi bê hebûna ti belgeyên yasayî, ji aliyê hêzên ewlehî yên hikumeta Îranê ve hatibû binçavkirin û bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Roja Înê 17`ê Pûşperê, Omîd Moradî jî, bi bê hebûna ti belgeyên yasayî, li nêzî gundê Qezen Abad ya girêdayî bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo yek ji girtîgehên ewlehî yên li bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Heta niha sebeba binçavkirin û tohmetên ku li dijî wan herdu welatiyên Kurd hatine sepandin ti zanyariyek serrast ber dest nine.