Selahedîn Ehmedî bi danîna barimteyê li girtîgehê hat azadkirin

12:56 - 9 Îlon 2022

Roja Sêşemî 15`ê Xermananê welatiyê Kurd yê bi navê Selahedîn Ehmedî temen 42 salî û xelkê gundê Sîngana girêdayî bajarê Şinoyê, bi danîna barimteyê li girtîgeha wî bajarî hat azadkirin.

Ev welatiyê Kurd, bi danîna barimteyê bi awayê demkî heta bidawîbûna karûbarên dadweriyê li girtîgeha bajarê Şinoyê hatiye azadkirin.

Roja Yekşemî 16`ê Gelawêjê, ew welatiyê Kurd digel bidawî hatina dewra lêpirsînê di yek ji girtîgehên  ewlehî yên bajarê Urmiyê bo girtîgeha bajarê Şinoyê hatibû veguhastin.

Ehmedî di heyama binçavkirinê de ji destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatibû bê parkirin.

Spêdeya roja Pêçişemî 16`ê Pûşperê, Selahedîn Ehmedî bi bê hebûna belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî yên hikûmeta Îranê ve hatibû binçavkirin û bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Heta niha bi sedema binçavkirin û tohmetên ku lio dijî wan hatine sepandin ti zanyariyek ber dest nine.