Selahedîn Eflîde bi danîna barimteyê Ji girtîgeha bajarê Urmiyê hate azadkirin

17:26 - 28 Adar 2021

Îro Yekşemî 8`ê Xakelêwe, welatiyekî Kurd yê bi navê “SelahEdîn Eflîde”, kurê Rehman û xelkê Mihabadê, bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Urmiyê hate azadkirin.

Roja Duşemî 25`ê Reşeme ya sala 1399an, ew welatiye bo benda girtiyên siyasî yên girtîgeha bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Tohmeta ku li dijî Selahedîn hatiye ragihandin, “hevkarîkirin digel girûpên olî” ye.

Ew welatiye 25 Rêbendana sala 1399an, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.