“Selah Surxî” bi danîna barimteyê hat azadkirin

18:35 - 3 Gulan 2022

Roja Duşemî 12`ê Banemerê, “Selah Surxî” endamê Encûmena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistanê (Seqiz û Zîvîye) bi danîna barimteyê hat azadkirin.

Ew çalakvanê sinfî bi danîna barimteyê heta dema dadgehîkirinê bi awayekî demkî hatiye azadkirin.

 Navbirî roja Şemî 10`ê Banemerê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin.

Hêzên ewlehiyê piştî binçavkirina wî çalakvanê Kurd, dest bi ser hin ji keresteyên kesî yên navbirî ên weke telefon, hard, sîmkart û belgeya kesî girtibûn.

Herwisa roja Şemî 10`ê Banemerê, Selah Surxî bo navenda polîsê ewlehiyê ya li bajarê Seqizê hatibû gazîkirin û piştî serdana wî bo wê navendê û birêveçûna lêpirsînên destpêkî, piştire ev digel hejimarek ji çalakvanên çandî ên din li bajarê Seqizê hatibû azadkirin.

Heta niha ji sedema binçavkirin û tohmeta ku li dijî wî çalakvanê sinfî yê mamosteyan hatiye sepandin ti zanyariyek ber dest nîne.