Selah Sorxî endamê Encûmena Sinfî a Mamosteyên Kurdistanê hat binçavkirin

17:59 - 1 Gulan 2022

Roja Şemî 10`ê Banemerê, Selah Sorxî endamê Encûmena Sinfî a Mamosteyên Kurdistanê (Seqiz û Zîvîye) ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin û piştre bo cihek nexuya hat veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê piştî binçavkirina wî çalakvanê çandî, êrîşî li ser mala kirine û hin ji keresteyên yên navbirî weke telefon, hard, sîmkart û belgeya kesî zevt kirine.

Herwisa roja Şemî 10`ê Banemerê, Selah Sorxî bo navenda polîsê ewlehiyê ya li bajarê Seqizê hate gazîkirin û piştî serdana wî bo wê navendê û birêveçûna lêpirsînên destpêkî, piştre ev digel hejmarek ji çalakvanên çandî ên din li bajarê Seqizê hatibû azadkirin.