“Selah Şerîfzade” piştî bi dawîhatina heyama mirexesiya xwe bo girtîgeha Xelxalê zivirî

17:51 - 7 Çirriya paşîn 2021

Roja Înê 14`ê Xezelwerê, mirexesiya girtiyê siyasî yê Kurd ê xelkê bajarê Bokanê “Selah Şerîfzade” piştî bi dawîhatina heyama mirexesiya xwe bo girtîgeha Xelxalê zivirî.

Ew girtiyê siyasî roja Duşemî 3`ê Xezelwerê bi danîna barimteya 2 milyard Tumenî ji girtîgeha Xelxalê bo heyama heftiyekê hate mirexesiyê û piştre mirexesiya wî hatibû demdirêjkirin.

Ew girtiyê siyasiyê Kurd li meha Gelawêja îsal, li girtîgeha Xelxalê tûşî vîrûsa Koronayê bibû.

Ew welatiye li roja Şemî 4`ê Reşemeya sala 1397an, ji girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê, bo girtîgeha Xelxal a ser bi Parêzgeha Erdebêlê hatibû veguhastin.

“Selah Şerîfzade” li 14`ê Pûşpera sala 1397an, bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd ên dijberî hikûmeta Îranê”ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştî binçavkirinê bo girtîgeha îdareya Îtla`ata bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Navbirî li 14`ê Befranbara sala 1397an, piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê ji girtîgeha îdareya Îtla`ata bajarê Urmiyê, bo girtîgeha navendiya wî bajarî hatibû veguhastin.

“Selah Şerîfzade”, ji aliyê taya 1 a dadgeha şoreş a bajarê Mihabadê, bi tohmeta “Endambûn li yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê”, cezaya 2 sal û 6 meh girtîgeha teizîrî li ser sepandibûn û ew cezaya li 6`ê Cozerdana îsal, hatiye piştrast kirin.

Herwisa ew welatiye, li 4`ê Pûşpera sala 1374an, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û ji aliyê dadseraya giştî û şoreşa Xelxalê, bi tohmeta “miharibe û mofsid fi El-erz”ê, 16 sal girtîgeha teizîrî li ser sepandin û ew cezaye li dadgeha pêdaçûyînê de hate piştrast kirin.

Selah Şerîfzade”, piştî wê yekê ku li aliyê dadseraya giştî û şoreşa Xelxalê ve, cezaya 16 sal girtîgeha teizîrî bi ser de sepandibûn ji Îranê derkevtibû.

Ew welatiye piştî binçavkirinê li Pûşpera sala 1397an û bi dawîhatina qonaxên lêpêrsînê ji girtîgeha bajarê Urmiyê, bo girtîgeha Xelxalê hatibû veguhastin.