“Selah Şerîfzade” hate mirexesiyê

17:39 - 10 Kanûna Paşîn 2022

Roja Çarşemî 15ê Befranbarê, girtiyek siyasî yê Kurd ê bi navê “Selah Şerîfzade” û xelkê bajarê Bokanê, ji girtîgeha Xelxalê hate mirexesiyê.

Ew girtiyê siyasî roja Duşemî 3ê Xezelwera îsal bi danîna barimteya 2 milyard Tumenî ji girtîgeha Xelxalê bo heyama heftiyekê hate mirexesiyê û piştire mirexesiya wî hatibû demdirêjkirin.

Roja Înê 14`ê Xezelwerê, navbirî piştî bi dawîhatina heyama mirexesiyê bo girtîgeha Xelxalê zivirî.

Ew girtiyê siyasiyê Kurd li meha Gelawêja îsal, li girtîgeha Xelxalê tûşî vîrûsa Koronayê bibû.

Ew welatiye li roja Şemî 4`ê Reşemeya sala 1397an, ji girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê bo girtîgeha Xelxal a ser bi Parêzgeha Erdebêlê hatibû veguhastin.

“Selah Şerîfzade” li 14`ê Pûşpera sala 1397an, bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd ên dijberê hikûmeta Îranê” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştî binçavkirinê bo girtîgeha îdareya Îtla`ata bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Navbirî li 14`ê Befranbara sala 1397an, piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Urmiyê, bo girtîgeha navendiya wî bajarî hatibû veguhastin.

“Selah Şerîfzade”, ji aliyê taya 1 a dadgeha şoreş a bajarê Mihabadê, bi tohmeta “endambûn li yek ji Partiyên Kurd yên dijberê hikûmeta Îranê”, cezayê 2 sal û 6 meh girtîgeha teizîrî bi ser de hatibû sepandin û ew cezaye li 6`ê Cozerdana îsal hate piştrastkirin.

Herwisa ew welatiyê xelkê bajarê Bokanê, li 4`ê Pûşpera sala 1374an, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û ji aliyê dadseraya giştî û şoreşa Xelxalê, bi tohmeta “miharibe û mofsid fîl erz”ê, 16 sal girtîgeha teizîrî bi ser de hate sepandin û ew cezaye li dadgeha pêdaçûyînê de hate piştrastkirin.

“Selah Şerîfzade”, piştî vê yekê ku ji aliyê dadseraya giştî û şoreşa Xelxalê ve, cezaya 16 sal girtîgeha teizîrî bi ser de hatibû sepandin ji Îranê derkevtibû.

Ew welatiye piştî binçavkirinê li Pûşpera sala 1397an û bi dawîhatina qonaxên lêpêrsînê ji girtîgeha bajarê Urmiyê, bo girtîgeha Xelxalê hatibû veguhastin.