“Selah Hacîmîrzayî”, Endamê Heyeta Birêveberî yê Encûmena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistan-Sine û Kelaterzan hat binçavkirin

17:38 - 16 Hezîran 2022

Roja Pêncşemî 26`ê Cozerdanê, “Selah Hacîmîrzayî”, Endamê Heyeta Birêveberî yê Encûmena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistan-Sine û Kelaterzanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin.

Ew çalakvanê sinfî piştî binçavkirinê bo cihek nexuya hatiye veguhastin.

Mamosteyên bajarê Sineyê tevî berbelavbûna hêzên ewlehî û garda dije şoreş li bajarê Sineyê, kombûna nerizayetiya xwe li derheq cîbicînekirina mafên wan, li ber derê îdareya Perwerde û Hînkarî ya wî bajarî lidar xistin.

Her di vê derheqê de, heta niha 18 endamên Encûmena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistan-Seqiz û Zîwiye, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Herwisa roja Çarşemî 25`ê Cozerdanê, 5 endamên Encûmena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistan-Dîwandere, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin.