“Selah Behramiyan” piştî bi dawîhatina heyama mirexesiya wî, car din çû girtîgehê

18:49 - 27 Adar 2022

Roja Şemî 6`ê Xakelêweyê, “Selah Behramiyan” girtiyê siyasî yê xelkê gundê “Gundewêle” yê girêdayê bajarê Şinoyê piştî bi dawîhatina heyama mirexesiya wî bo girtîgeha bajarê Şinoyê hate veguhastin.

Roja Yekşemî 22`ê Reşemeya sala 1400`an, ew girtiyê siyasî bi sedema bilindbûna givaşa xwînê li encama neştegeriya dil, ji girtîgeha bajarê Şinoyê hatibû mirexesiyê.

“Selah Behramiyan” carek din roja Pêncşemî 28`ê Rêbendana sala 1400`an, ji girtîgeha bajarê Şinoyê hatibû mirexesiyê û roja Înê 13`ê Rêbendanê, piştî bi dawîhatina heyama mirexesiyê bo girtîgeha bajarê Şinoyê hate veguhastin.

Roja Çarşemî 13`ê Rêbendana sala 1400`an a Rojî, ew welatiye bona cîbicîkirina heyama girtîgehê, xwe bi girtîgeha bajarê Şinoyê dabû nasîn. 
Meha Xermanana sala 1400`an, taya 13 a dadgeha pêdaçûnê li bajarê Urmiyê, cezayê du sal girtîgeha wî welatiyê piştrast kiribû. 

Taya 1 a dadgeha Şoreş ya bajarê Şinoyê, bi serokayetiya dadwer “Rizayî”, ew welatiyê Kurd bi du sal girtîgeha te`izîrî ceza dabû. 

Ew cezaye roja Şemî 2`ê Gelawêja sala 1400`an bi wî welatiyê Kurd re hatibû ragihandin û “Selah Behramiyan” bi tohmeta “endambûn digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberên hikûmeta Îranê” bi du sal girtîgeha te`izîrî hatibû cezadan û ji tohmeta “tenahî li dijî nizamê” ku bi ser wî de hatibû sepandin, bê guneh hate nasîn. 

Kombûna dadgehîkirina wî welatiyê roja Şemî 1`ê Pûşpera sala 1400`an, li dadgeha Şoreş ya bajarê Şinoyê hatibû lidarxistin. 

“Selah Behramiyan” roja Yekşemî 22`ê Xakelêweya sala 1400`an, bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û piştre bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hatibû veguhastin. 

Rêkevta 13`ê Banemera sala 1400`an, ew welatiye piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînan bi danîna barimteyê hatibû azadkirin.