Selah Behramiyan bo yek ji gitîgehên ewlehî li bajarê Urmiyê hate veguhastin

11:00 - 16 Nîsan 2021

Welatiyekî Kurd yê bi navê “Selah Behramiyan” xelkê gundê “Gundewêle”, ser bi bajarê “Şino” yê piştî binçavkirina wî ji aliyê hêzên ewlehî ve, bo lêpêçînê bo yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Urmiyê hate veguhastin.

Roja Yekşemî 22ê Xakelêwe, hêzên ewlehî, bi bê hebûna belgeyên yasayî ew welatî binçav kiribûn û di dema binçavkirinê de, ji aliyê hêzên ewlehî ve rastî lêdan û îşkencê hatibû.

Heta niha ji sedema binçav kirin û sçê ku bi ser wî de hatiye sepandin, ti zaniyariyek li ber dest nîne.