“Selah Azadî” çalakvanê sinfî yê mamosteyan bo dadgeha Şoreşê hate gazîkirin

17:41 - 18 Gulan 2022

 “Selah Azadî”, endamê Sinfî yê Mamosteyên Kurdistan-Merîwanê  bo dadgeha Şoreş a bajarê Merîwanê hate gazîkirin.  

Ew çalakvanê sinfî bi tohmeta “piropagende li dijî nizama komara Îslamî ya Îranê, têkdana hizr û ramana giştî, alîgirîkirin ji partiyên Kurdî ji rêya belavkirina fîlm û wêneyan” bo dadgeha Şoreş a bajarê Merîwanê hate gazîkirin.  

Li gor wê nameya gazîkirinê ew çalakvanê sinfî dibê demjmêr 10`ê sibêdeha roja 11`ê Cozerdanê li dadgeha Şoreş a bajarê Merîwanê de amade be.

Roja Şemî 27`ê Xakelêweyê, “Selah Azadî”  çalakvanê sinfî yê mamosteyên Merîwanê, bona berevanîkirin ji tohmetên ku li dijî navbirî li taya 1 a lêpirsînê a dadgeha Şoreş a wî bajarî hatinî sepandin amade bû, û li dawiya lêkolîna xwe de bi danîna kefaletê heta dema dadgehîkirinê hatibû azadkirin.

Roja Pêncşemî 18`ê Xakelêweyê, “Selah Azadî” bo “Polîsê Feta” a bajarê Merîwanê hatibû gazîkirin û piştî lêpirsînê, dest bi ser telefona wî de girtibûn, û herwisa dosyeya wî bo taya 1 a Lêkolîna Dadgeha Şoreş a bajarê Merîwanê hatibû veguhastin.