“Selah Azadî” bi danîna kefaletnameyê hate azadkirin

17:22 - 17 Nîsan 2022

Roja Şemî 27ê Xakelêwe, “Selah Azadî” Çalakvanê Sênfî yê mamosteyên Merîwanê bo berevanî ji tohmetên ku bi ser de hatibûne sepandin li taya 1 a lêpêçîna dadgeha “Înqilab” a bajarê “Merîwan”ê amade bû û di dawiya lêpêçînê de bi danîna kefaletnameyê heta dema dadgehîkirinê hate azadkirin.

“Selah Azadî” bi tohmeta “propagende li dijî hikûmeta Îranê, têkdana raya giştî û alîgirî li yek ji hizbên Kurdî bi rêya belavkirina vîdiyo û wêneyan re” bo dadgeha Giştî û Înqilab a bajarê Merîwanê hatinbû banghêjkirin.

Roja Pêncşemî 18ê Xakelêwe, “Selah Azadî” bo navenda “Polîsa Feta” ya bajarê “Merîwan”ê hatibû banghêjkirin û rastî lêpêçînê hatibû, herwisa dest bi ser mobaîla navbirî re hatibû girtin û dosiyeya wî bo taya 1 a dadgeha Înqilab a bajarê “Merîwan”ê hatibû şandin.