“Sekîne Prevane” bo nexweşxaneya girtîgeha Qereçî hate veguhastin

18:51 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2020

“Sekîne Pervane”, hepsiya siyasî a Kurdê Xorasanê, bi sedema xirapiya rewşa tendirustiyê, bo nexweşxaneya girtîgeha Qereç a bajarê Veramînê hate veguhastin.

Roja Sêşemî 30`ê Hezîranê, ew hapsiya siyasî di roja 11`ê ya girev girtina xwe de , bi sedema hatina xwarê a fişara xwînê û rewşa xirab a tendirustiya wê, bo nexweşxaneya girtîgehê hate veguhastin.

 “Sekîne Pervane” ku 5 sal heps bi ser de hatiye sepandin, girtiyê  benda 3`ê ya taybet bi hepsiyan “Tawanên metirsîdar” e û di roja şemî 21`ê Hezîranê, bi nîşaneya nerizayetiyê bi sedema ragirtin di bendê de û cidanekirina wê digel hepsiyên din, gireva birçîbûnê girtiye.

Dadgeha binav şoreş a bajarê Tehranê ew welatiye bi “endambûn di yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê” tohmetbar kirine.