Seîd Tabnak bo cîbicîkirina cezaya wî bo girtîgeha bajarê Nexedê hate veguhastin

16:50 - 25 Îlon 2021

Welatiyekî Kurd ê bi navê “Seîd Tabnak”, xelkê bajarê Şinoyê, bo cîbicîkirina cezaya wî bo girtîgeha bajarê Nexedê hate veguhastin.

Ew welatiye li destpêka meha Xermanana îsal, bo cîbicîkirina cezaya xwe, xwe bi girtîgeha bajarê Nexedê dabû nasîn.

“Seîd Tabnak”, berê ji aliyê dadgeha şoreş a bajarê Şinoyê bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê”, bi 8 sal girtîgeha te`izîrî hatibû cezadan.

Di roja Yekşemî 15`ê Pûşpera sala1399`an de, navbirî bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û li 19`ê Rezbera heman salê, piştî bi dawîhatina heyama lêpirsîna wî, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta bi dawîhatina dadgeha wî, hatibû azadkirin.