“Seîd Şîrzad” ji girtîgeha Recayî Şehr a bajarê Kerecê hate azadkirin

18:45 - 2 Gulan 2020

“Seîd Şîrzad”, Îro Şemî 13`ê Banemer, piştî derbaskirina heyama hepsa xwe, ji girtîgeha Recayî Şehr a bajarê Kerecê hate azadkirin.

Ew hepsiyê siyasî, di meha Rezber a sala 1398`an de, du heftî piştî koça dawiya dayîka xwe, tevî gelek hêncetanîna berpirsên girtîgehê, îzna çûna mirexesiyê dabûnê navbirî.

“Seîd Şîrzad”, çend car û bo heyamekî dirêj bi sedema nerizayetî nîşandan li hember rewşa xirab a girtîgeha Recayî Şehr a bajarê Kerecê û givaş li derheq nedana derman û hewcehiyên pizîşkî dixêstine ser hepsiyan, dest avêtibû bi gireva birçîbûnê.

“Seîd Şîrzad”, çalakvanê mafê zarokan, 12`ê Pûşper a sala 1393`an, li cihê karê xwe di palatingeha bajarê Tewrêzê de hatibû binçavkirin û bo heyama 2 meh di odeya takekesî ya benda 209 a girtîgeha Evîn a bajarê Tehranê, bi sedema piştevanîkirin li mafê zarokên kar û herwisa pêwendîgirtin digel malbatên hepsiyên siyasî, lêkolîn digel hatibû kirin. Piştî derbasbûna wê heyamê, navbirî bo benda 8 a girtîgeha Evînê hatibû veguhastin û piştî heyameke kurt û bi bê ti sebebekî taybetî, bo girtîgeha Recayî Şehr a bajarê Kerecê hatibû veguhastin.

Ew hepsiyê siyasî, di meha Xermanan a sala 1394 an, ji aliyê taya 15 a dadgeha şoreş a bajarê Taranê ve, bi tohmeta “kombûn û hewldan li dijî tenahiya netewî” bi 5 sal heps hatibû cezadan, ew cezaye piştre di dadgeha pêdaçûn a bajarê Tehranê de bo carek din hate piştrastkirin. Herwisa cezaya salek hepsa te`ilîqî a navbira ku di sala 1391`an bi sedema amadebûn di alîkarîkirina lêqewmiyên erdheja bajarê “Eher” ku li ser wî de hatibû sepandin, kete qunaxa cîbicîkirinê.

Ew hepsiyê siyasî di heyama binçavkirina xwe de, digel dosiyasaziyeke nû rû bi rû bibû û di dosiyekî dinê de, bi sedema nerizayetî nîşandan li derheq veguhastina hepsiyên siyasî bo benda ewlehiya zêde di girtîgeha Recayî Şehr a bajarê Kerecê de, li meha Rezber a sala 1397`an, ji aliyê taya 1162 a dadgeha keyferî ya 2 a bajarê Tehranê ve, bi 6 meh hepsa te`izîrî hatibû cezadan.