Seîd Şêrzad hate desteserkirin

11:59 - 28 Çirriya pêşîn 2019

Ajansa Kurdpa: “Seîd Şêrzad”, hepsiyê siyasî yê girtîgeha Recayî Şar ya ser bi bajarê Kerecê, bo derbaskirina heyma hepsiya wî, navbirî desteser kirin.

Pêka nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, şeva derbasbûyî 5`ê Xezelwerê, “Seîd Şêrzad” hepsiyê siyasî yê girtîgeha Recayî Şar ya ser bi bajarê Kerecê, ku li rêketa 8`ê Rezberê, bo cara yekê mirexesî jê re hatibû dan, dûbare hate desteserkirin.

“Seîd Şêrzad”, li bajarê “Perend” hate desteserkirin û bo girtîgeha “Robat Kerîm” hate veguhastin û tê gotin ku biryare îro veguhazinin bo girtîgeha Recayî Şar a Kerecê.

Ew hepsiyê siyasî, du heftî piştî koça dawî ya dayîka xwe, tevî hêncet anîneke zêde ji aliyê berpirsên girtîgehê ve, îzna mirexesê jê re hate dan.

“Seîd Şêrzad” çalakvanê mafê zarokan, li 12`ê Pûşpera sala 1393`an, li cihê karê wî li palatingeha bajarê Tewrêzê hate desteserkirin, û di hayama 2 mehan di odeya tekekesî ya benda 209 ya girtîgeha Ewîna Tahranê de bû, û bi sedema piştevanîkiirn li mafê zarokên kar û herwisa pêwendîgirtin digel malbatên hepsiyên siyasî, lêpirsîneve digel hate kirin. Piştî wê heyamê navbirî bo benda 8 ya girtîgeha Ewînê hate veguhastin, û piştî heyameke kurt û bi bê ti sedemeke teybet, bo girtîgeha Recayî Şar a Kerecê hatibû veguhastin.