“Se´îd Şêrzad” girtiyê siyasî yê berê digel birayê xwe hatin binçavkirin

18:35 - 6 Çirriya pêşîn 2022

Roja Yekşemî 10ê Rezberê, “Se´îd Şêrzad” girtiyê siyasî yê berê digel birayê xwe yê bi navê “Elî Şêrzad”, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatin binçavkirin û piştre bo cihek nexuya hatin veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, demjimêr 2ê paşnîvroya roja Yekşemî 10ê Rezberê, hêzên ewlehî bi nîşandana belgeya binçavkirinê “Elî û Se´îd Şêrzad”, êrîşkirine ser mala wan û piştî vekolîna mala wan, hemû keresteyên kesî yên wan ku pêkhatine ji du keys, teblêt û telefonên hemû endamên malbatê digel xwe biribûn.

Herwisa wê çavkaniyê got: Hêzên ewlehî di destpêk de Elî û piştre Se´îd binçav kirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û cihê ragirtina Elî û Se´îd, ti zanyariyek ber dest nîne.

Roja Şemî 13ê Banemera sala 1399`an a rojî, “Se´îd Şêrzad” piştî bi dawîhatina heyama girtîgeha wî, ji girtîgeha Recayî Şehr a bajarê Kerecê, hatibû azadkirin.