“Se`îd Qadirî” ji girtîgeha bajarê Sineyê bi danîna barimteyê hate azadkirin

17:46 - 15 Şibat 2022

Roja Duşemî 25`ê Rêbendanê, welatiyek Kurd ê bi navê “Se`îd Qadirî” xelkê bajarê Baneyê, bi danîna barimteyê heta dema dadgehîkirinê ji girtîgeha bajarê Sineyê hate azadkirin.

“Se`îd Qadirî” roja Pêncşemî 20`ê Xezelwerê, bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên bajarê Sineyê hatibû veguhastin.

Ew welatiye piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê bo girtîgeha bajarê Sineyê hatibû veguhastin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku li ser wî welatiyê de hatiye sepandin ti zaniyariyek ji ber dest nîne.