Şe`iban Mihemmedî hate binçavkirin

17:45 - 31 Kanûna Paşîn 2022

Roja Yekşemî 10`ê Rêbendanê, “Şe`iban Mihemmedî”, yek ji endamên encûmena sinfî ya mamosteyên Kurdistan-Merîwanê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin.

Hêzên ewlehiyê bi bê hebûna ti belgeyek yasayî êrîşî li ser mala wî çalakvanê civakî kirine û navbirî binçav kirine.

Hêzên ewlehiyê li dema binçavkirina wî mamosteyê Kurd de, dest bi vekolîna mala wî kiribûn û telefona wî û hevjîna wî digel xwe biribûn.

 “Şe`iban Mihemmedî”, piştî binçavkirinê bo cihek nexuya hatiy veguhastin.

Ew mamosteyê Kurd piştî kombûnên nerizayetiyê yên seranserî ên du rojan yên mamosteyên Kurdistan û Îranê hatiye binçavkirin.