Şe`iban Mihemmedî bo girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hate veguhastin

18:51 - 8 Şibat 2022

“Şe`iban Mihemmedî”, çalakvanê sinfî yê mamosteyan li girtîgeha îdareya Îtila`ata Merîwanê, bo girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hatiye veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, îdareya Îtila`ata bajarê Merîwanê, li bersiva lipeykevtinên malbata Mihemmedî bona agehdarbûn ji çarenivîsa wî, ji wan ragihandine ku “Şe`iban Mihemmedî” li girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê de ye.

Binçavkirina wî çalakvanê sinfî li ser biryara dozgeriyê û lêpirsîna taya 1 ya bajarê Merîwanê bûye.

Roja Yekşemî 17`ê Rêbendanê, mamosteyên bajarê Merîwan ji ber binçavkirina wî çalakvanê sinfî, li hember avahiya Fermandariya wî bajarî kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Ew bangeşeye li ser biryara encûmena sinfî ya mamosteyên bajarê Merîwanê hatibû lidarxistin û ew encûmena daxwazkarê azadkirina bêmerc a “Şe`iban Mihemmedî” bûye.

Roja Yekşemî 10`ê Rêbendanê, “Şe`iban Mihemmedî”, yek ji endamên encûmena sinfî ya mamosteyên Kurdistan-Merîwanê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin.