“Şe`iban Mihemedî û Mes`ûd Nîkxwa” bo benda ewlehî ya girtîgeha Êvînê hatin veguhastin

19:03 - 5 Hezîran 2022

“Şe`iban Mihemedî û Mes`ûd Nîkxwa”, ji endamên birêveberiya Encûmena Sinfî yê Mamosteyên Kurdistan-Merîwanê, ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê bo benda ewlehî ya girtîgeha Êvînê hatin veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, êvareya roja Şemî 14`ê Cozerdanê, ew du çalakvanên sinfî ji rêya peywendiya telefonî ve digel malbatên xwe ragihandine ku, ji îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê bo benda ewlehî ya girtîgeha Êvînê hatine veguhastin.

Herwisa wê çavkaniyê daye diyarkirin ku: “Hêzên ewlehî Mes`ûd Nîkxwa neçar kirine ku bi zimanê Farsî digel hewjîna xwe biaxive”.

Şêwra Hevahengîkirinê ya Saziya Sinfî ya Mamosteyên Îranê di dijkiryarekê de li derheq nûçeya veguhastina wan du çalakvanên sinfî bo benda ewlehî ya girtîgeha Êvînê ragihandiye: “Ew veguhastina li meşa pirojesaziya nedirust a deng û reng û wan sinariyosaziyane ku civaka mamosteyan çend caran nerizayetiya xwe nîşan dane.

Sibêdeha roja Yekşemî 11`ê Banemerê, “Şe`iban Mihemedî, Eskender Lutfî û Mes`ûd Nîkxwa” ji endamên birêveberiya Encûmena Sinfî yê Mamosteyên Kurdistan-Merîwanê, hatibûn binçavkirin lê, paşnîvroya hemen rojê “Şe`iban Mihemedî” hatibû azadkirin.

“Eskender Lutfî û Mes`ûd Nîkxwa”, piştî binçavkirinê ji aliyê hêzên Îtila`ata Spaha Pasdaran ve, bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Sineyê hatibûn veguhastin.

Binçavkirina “Mes`ûd Nîkxwa” di demekê de bûye ku, navbirî roja Çarşemî 21`ê Banemerê, bi danîna kefaletê ji girtîgeha bajarê Merîwanê hatibû azadkirin û roja Pêncşemî 22`ê Banemerê, carek din ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Roja Çarşemî 21`ê Banemerê, “Şe`iban Mihemedî” li dema derketin ji mala xwe, li meydana “Bavereşî” ya bajarê Merîwanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Roja Yekşemî 10`ê Rêbendana sala 1400`an a rojî, “Şe`ban Mihemedî” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û roja Pêncşemî 5`ê Reşemeha hemen salê, bi danîna barimteya 500 miliyon Tumenî, bi awayekî demkî heta dema dadgehîkirinê ji girtîgeha bajarê Merîwanê hatibû azadkirin.

Ew du çalakvanên sinfî, di heyama binçavkirinê de, ji mafê hevdîtin digel malbatên xwe û destpêregihîştina bi parêzer hatibûn bêparkirin.