“Şe`iban Mihemedî” endamê Encûmena Sinfî yê Mamosteyên Kurdistanê- Merîwan hate binçavkirin

19:06 - 11 Gulan 2022

Roja Çarşemî 21`ê Banemerê, “Şe`iban Mihemedî” endamê Encûmena Sinfî yê Mamosteyên Kurdistanê- Merîwan, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew çalakvanê sinfî li dema derketina ji mala xwe, li meydana “Bavereşî” ya bajarê Merîwanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihek nexuya hate veguhastin.

Heta niha lipey kevtina malbata wî çalakvanê sinfî bona agehdarbûn ji qedera navbirî bê encam maye, û navendên ewlehî ji dana her cure zanyariyek, xwe diparêzin.

Sibêdeha roja Yekşemî 11`ê Banemerê, “Şe`iban Mihemedî” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û paşnîvroya heman rojê hatibû azadkirin.

Roja Yekşemî 10`ê Rêbendana sala 1400`an, “Şe`ban Mihemedî” yek ji Endamê Encûmena Sinfî yê Mamosteyên Kurdistan-Merîwanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Roja Pêncşemî 5`ê Reşema heman salê, bi danîna barimteya  500 miliyon Tumenî bi awayekî demkî heta dema dadgehîkirinê li girtîgeha bajarê Merîwanê hatibû azadkirin.

Her di vê derheqê de, roja Yekşemî 11`ê Banemerê, “Eskender Lutfî û Mesûd Nîkxwa”,  endamên Encûmena Sinfî yê Mamosteyên Kurdistan- Merîwanê, ji aliyê Îtila`ata Spaha Pasdaran ve hatibûn binçavkirin û bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Sineyê hatibûn veguhastin.