“Şe`iban Mihemedî” bo benda giştî a girtîgeha Êvînê hat veguhastin

17:44 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2022

 “Şe`iban Mihemedî” yek ji endamê heyeta birêveberî yê Encûmena Sinfî a mamosteyên Kurdistan- Merîwanê, li benda 209a ewlehiya girtîgeha Êvînê, bo benda giştî a wê girtîgehê hat veguhastin.

Ew çalakvanê sinfî roja Înê 24ê Pûşperê, di pêwendiyek telefonî de digel malbata xwe behsa veguhastina xwe ji benda ewlehî bo benda giştî kiribû.

Wezîfedarên ewlehî ew çalakvanê sinfî û malbata wî neçar kiribûn ku bihevre bi zimanê Farsî biaxivin.

Êwara roja Şemî 14ê Cozerdanê, ew çalakvanê Sinfî di pêwendiyek telefonî de ji malbata xwe re ragihandibû ku ji îdareya Îtilaata bajarê Sineyê bo benda ewlehiya girtîgeha Êvînê hatiye veguhastin.

 “Şe`iban Mihemedî” roja Çarşemî 21ê Banemerê, piştî derkevtin li male, di meydana “Bawereşî” ya li bajarê “Merîwan”ê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Herwisa roja Yekşemî 10ê Rêbendana sala 1400an a Rojî “Şe`iban Mihemedî” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û roja Pêncşemî 5ê Reşema heman salê, bi danîna barimteya bi qasî 500 miliyon Tumenî heta dema dadgehîkirinê ji girtîgeha bajarê “Merîwan”ê hatibû azadkirin.