Şehram Kazimiyan ji girtîgeha bajarê Urmiyê derkevte mirexeziyê

19:15 - 4 Nîsan 2021

Roja Yekşemî 15`ê Xakelêwe, Şehram Kazimiyan, girtiyê siyasî yê Kurd ji girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê bo mirexeziyê hate berdan.

Ew girtiyê siyasî piştî pejirandina şewrayê polênbendiya girtîgeha bajarê Urmiyê bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî mirexesî pê hate danê.

Roja Pêncşemî 18`ê Befranbara sala 1399`an, “Şehram Kazimiyan” bo cîbicîkirina cezayê xwe, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo girtîgeha bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Ew welatiyê Kurd li taya 2 a dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê bi serokayetiya dadwer “Şêxlû”, 5 sal hepsa te`izîrî  bi ser de hatibû sepandin û ew ceza roja Sêşemî 20`ê Reşeme ya sala 1398`an, bi wî girtiyê Kurd di girtîgeha bajarê Urmiyê de hatibû ragehandin.

Ew bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê û piropagende li dijî nizamê” hatibû cezadanê.

Roja Sêşemî 19`ê Xakelêweya sala 1399`an, “Şehram Kazimyan” bi danîna barimteya 700 milyon Tumenî heya dema biryara dedgeha pêdaçûnê bi awayekî demkî hatibû azadkirin û cezaya wî piştî nerizayetiyê di dadgeha pêdaçûnê de hatibû piştrastkirin lê piştî nerizayetî derbirîna dûbare, ew cezaye ii dîwana bilind a welat ve, bo 3 sal girtîgeh hatibû kêmkirin.

Ew welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Urmiyê roja Çarşemî 11`ê Befranbara sala 1398`an, bi bê hebûna ti belgên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û roja Şemî 12`ê Rêbendana heman salê piştî mehek lêpirsîn li girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Urmiyê, bo girtîgeha navendî ya wî bajarê hatibû veguhastin.