“Sehah Pizîşkî” bi danîna barimteyê hate azadkirin

17:14 - 19 Şibat 2022

Îro Şemî 30`ê Rêbendanê, welatiyek Kurd ê bi navê “Selhah Pizîşkî” xelkê bajarê Baneyê bi danîna barimteyê ji girtîgeha navendî ya bajarê Sineyê hate azadkirin.

Ew welatiye bi danîna barimteya 200 milyon Tumenî bi awayek demkî heta bi dawîhatina heyama dadresiyê ji girtîgeha bajarê Sineyê hate azadkirin.

“Selah Pizîşkî” roja Duşemî 25`ê Rêbendanê piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê bo girtîgeha navendî ya wî bajarî hatibû veguhastin.

Ew welatiye di heyama binçavkirinê de ji “destpêragihîştin bi parêzer” û “hevdîtin digel malbata xwe” bêpar bû û hêzên ewlehî navbirî bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji partiyên Kurdî yên dijberên hikûmeta Îranê” ceza dabûn.

Roja Pêncşemî 20`ê Xezelwerê, “Selah Pizîşkî” bi bê hebûna ti belgeyek yasayî bi lêdan û bêrêzî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hatibû veguhastin.