Şef`î Şixe bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Şinoyê hate azadkirin

16:26 - 13 Adar 2021

Roja Şemî 23`ê Reşeme, welatiyekî Kurd yê bi navê “Şef`î Şixe”, kurê Rehîm û xelkê gundê “Çeşmegol”yê ser bi bajarê Şinoyê, bi danîna barimteyê ji girtîgeha wî bajarî hate azadkirin.

Ew welatiye, roja Şemî 11`ê Rêbendanê, bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lipêrsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sdema binçavkirin û tometa ku bi ser wî welatiyê de hatiye sepandin ti zaniyariyek ji ber dest de nîne.