Sefer û Perwîz Nûrî piştî bi dawîhatina heyama girtîgeha wan ji girtîgeha Urmiyê hatine azadkirin

18:30 - 27 Gulan 2021

Roja Çarşemî 5`ê Cozerdanê, 2 welatiyên Kurd ên bi navên “Sefer û Perwîz Nûrî”, ên xelkê gundê “Enbê” ê ser bi devera Tirgewer a ser bi bajarê Urmiyê, piştî bi dawîhatina heyama girtîgehên wan ji girtîgeha navendî ya wî bajarî hatine azadkirin.

Ew 2 bira, li rojên dawî yên meha Gelawêja sala 1398an, bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştî 27 rojan li girtîgeha Îtila`ata Spahê, bo girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Ew 2 welatî li roja Şemî 20`ê Rezbera sala 1398an, bi danîna barimteyê bi awayê demkî ji girtîgeha bajarê Urmiyê hatibû azadkirin.

Li meha Xermanana sala 1399an, Sefer û Perwîz Nûrî bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî”, li taya 2 a dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê, bi serokatiya dadwer “Şêxlû” hatine dadgehîkirin û her yek ji wan bi 5 sal girtîgeha teizîrî hatibûne cezakirin ku di dawiyê de cezaya wan di dadgeha pêdaçûnê de, bo her yek ji wan 1 sal girtîgeha teizîrî hatibû kêmkirin.

Ew 2 welatî li meha Befranbara sala 1399an, bo cîbicîkirina cezayên xwe bo girtîgeha bajarê Urmiyê hatibûne veguhastin.