Şe`ban Mihemedî bi danîna barimteyê hat azadkirin
Roja Pêncşemî 5ê Reşemê, “Şe`ban Mihemedî” Endamê Encûmena Sênfî yê Mamosteyên Kurdistanê- Merîwan, bi danîna barimteyê hat serbestkirin.
Ew çalakvanê sinfî bi danîna barimteya 500 miliyon Tumenî bi awayekî demkî heta dema dadgehîkirinê li girtîgehê hatiye azadkirin.
Roja Sêşemî 3ê Reşemê, “Şe`ban Mihemedî” li girtîgeha îdareya Îtilaata “Sine”yê bo girtîgeha bajarê “Merîwan”ê hatibû veguhastin.
Ew çalakvanê sinfî yê Mamosteyan, di heyamê binçavkirina xwe de ji mafê destpêragehiştin bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatibû bêparkirin.
Roja Sêşemî 19ê Rêbendanê, îdareya Îtilaata bajarê “Merîwan”ê di bersiva lipeyketina malbata “Mihemedî” bo agehdarbûn ji qedera “Şe`ban Mihemedî” bi wan re ragihandibûn ku navbirî bo girtîgeha îdareya Îtilaata bajarê “Sine”yê hatiye veguhastin.
Binçavkirina wî çalakvanê sênfî bi biriyara dadsitan û lêpirsê taya 1 a degeha Merîwanê bûye.
Roja Yekşemî 17ê Rêbendanê, Mamosteyêm “Merîwan”ê li hember fermandariya wî bajarî li derheq binçavkirina wî çalakvanê sênfî kombûnek nerizayetiyê lidar xistibûn.
Ew banghêjname li ser biriyara Encûmena Sênfî yê Mamosteyan li bajarê “Merîwan” ê hatibû lidar xistin û ew encûmen daxwaza azadkirina bê meric a “Şe`iban Mihemedî” kiribûn.
Roja Yekşemî 10ê Rêbendanê, “Şe`ban Mihemedî” yek ji Endamê Encûmena Sênfî a Mamosteyên Kurdistan-Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.