Sê welatiyên xelkê Merîwanê bi danîna barimteyê hatine serbestkirin

10:59 - 16 Nîsan 2021

Roja Çarşemî 25ê Xakelêwe, 3 welatiyên Kurd yên bi navên “Aram Nîkpêy” “Seywan Perto” û “Cemal Giramî” xelkê gundê “Nê” a ser bi bajarê Merîwanê, bi danîna berimteyê bi awayê demkî ji girtîgeha wî bajarî, hatine serbestkirin.

Ew 3 welatî bi danîna barimteyê bi awaya demkî hata bi dawîhatina qunaxên dadgehîkirinê ji girtîgehê hatine berdan.

Ew 3 welatî piştî bi dawîhatina lêpêçînê, bo girtîgeha bajarê Merîwanê hatibûne veguhastin.

Sûçê ku bi ser wan sê welatiyan de hatiye sepandin, “hevkarî digel yek ji partiyên Kurdî yên opozîsyona hikûmeta Îranê” hatiye ragehandin.

Roja Çarşemî 4ê Xakelêwe, “Cemal Giramî” temen 20 salî yê kurê Mihemed, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Herwisa roja Sêşemî 3ê xakelêwe “Aram Nîkpêyk” temen 34 salî kurê “Hesen” piştî banghejkirin bo îdareya Îtila`ata bajarê Merîwanê, hatibû binçavkirin û di heman roj de jî “Seywan Perto” yê kurê “Sohrab” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.