Sê welatiyên xelkê bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatin binçavkirin

18:02 - 14 Tebax 2022

Sibêdeha roja Yekşemî 23`ê Gelawêjê, sê welatiyên Kurd ên bi navên “Areş Pîrî” temen 20 salî û kurê Mihemed, “Hîwa Mîrzayî” temen 23 salî kurê Ebdulrehman û “Zahir Muradî” temen 23 salî û kurê Xidir, xelkê gundê “Bêmzortê” ya girêdayî bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatin binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ew sê welatiyên Kurd binçavkirin û bo cihek nexuya veguhastin.

Herwisa wê çavkaniyê daye zanîn: Heta niha lipeykevtina malbatên wan sê welatiyên Kurd bona agehdarbûn ji qedera zarokên xwe, bê encam maye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî wan sê welatiyan hatine sepandin, ti zanyariyek ber dest nîne.