Sê welatiyên xelkê bajarê Şinoyê hatine binçavkirin

17:38 - 8 Kanûna Paşîn 2022

Roja Înê 17ê Befranbarê, sê welatiyên Kurd ên bi navên “Eyûb Mûsa” xelkê bajarê Şinoyê, “Bayezîd Xwarezm” û “Havrê Xwarezm” ên xelkê gundê “Xanler”ê ser bi bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin û piştre bo cihek nexuya hatine veguhastin. 

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî “Eyûb Mûsa” li bajarê Şinoyê binçav kirine. 

Herwisa wê çavkaniyê daye zanîn, hêzên ewlehî li gundê “Xanler”ê êrîş kirine ser mala “Bayezîd Xwarezm” û bi bê hebûna ti belgeyek yasayî navbirî digel kurê wî ê bi navê “Havrê Xwarezm” binçav kirin. 

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wan sê welatiyên Kurd de hatine sepandin, ti zaniyariyek li ber dest nîne.