Sê welatiyên xelkê bajarê Rebetê hatine binçavkirin

17:05 - 11 Kanûna Paşîn 2021

Roja Şemî 20ê Befranbarê,3 welatiyên Kurd yên bi navên “Behmen Yusifzade kurê Hemze, Ferhad û Fireydûn Mûsapûr kurê Rehîm” xelkê bajarê Rebetê, ser bi bajarê Serdeştê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî êrîş birine ser mala bavê “Behmen Yusifzade” ku xwendikarê zanîngeha Peyamnûra bajarê Mihabadê bû û piştî zevtkirina keresteyên kesî yên wî welatiyê Kurd; Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî navbirî binçavkirin.

Herwisa wê çavkaniya agehdar ragihand: hevdem, Ferhad Mûsapûr, mamostayê zimanê Îngilîsiyê li hînkariya zimanê Îngilîsî “Rêzman” û birayê wî yê bi navê Fireydûn Mûsapûr, ji aliyê hêzên ewlehî ve, hatine binçavkirin.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Ew du bira bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî hatine binçavkirin û li qedera wan ti zanyariyek li ber dest de nîne.

Behman Yusifzade, Ferhad û Fireydûn Mûsapûr, piştî binçavkirina, ji aliyê hêzên ewlehî ve, bo cihekî nexuya hatine veguhastin û ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wan 3ê welatiyên Kurd de hatiye sepandin ti zanyariyek li ber dest de nîne.