Sê welatiyên xelkê bajarê Merîwanê bi danîna barimteyê hatine berdan

17:45 - 17 Kanûna pêşîn 2021

Roja Pêncşemî 25ê Sermawezê, sê welatiyên Kurd ên bi navên, “Mihemed Ehmedî, Îdrîs Behramiyan û Ferîd Direxşanê” ên xelkê gundê “Nê”yê ser bi bajarê Merîwanê, bi danîna barimteyê ji girtîgeha wî bajarî hatine berdan.

Her yek ji wan sê welatiyan bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî bi awayê demkî heta dema dadgehîkirina wan, ji girtîgeha bajarê Merîwanê hatine berdan.

Roja Şemî 22ê Xezelwerê, ew sê welatiyane bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin û bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Merîwanê veguhastibûn.

Ew sê welatiyane piştî bi dawîhatina lêpirsînan bo girtîgeha Merîwanê hatibûne veguhastin.

Heta dema belavbûna wê nûçeyê, li derheq tohmetên sepandî li ser wan sê welatiyan ti zaniyarioyeke serast li berdest tinîne.