Sê welatiyên xelkê bajaê Şinoyê bi girtîgeh û cezayên nextî hatine cezadan

17:59 - 4 Nîsan 2022

Taya 101 a dadgeha keyferî ya bajarê Şinoyê bi serokayetiya dadwer “Ebûtalib Celîlpûr” sê welatiyên Kurd ên bi navên “Eyûb Mûsa” temen 26 salî kurê Luqman, “Siyamend Xwarezm” temen 27 salî kurê Ezîz û “Hawrê (Mêhran) Xwarezm” temen 20 salî kurê Bayezîd, bi girtîgeh û cezayê nextî cezadan.

Li gor wan cezayên sepandî, “Eyûb Mûsa” bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberên hikûmeta Îranê û helgirtina cebilxane” bi 8 sal girtîgeha te`izîrî û 9 milyon û 700 hezar Tumen cezayê nextî, “Siyamend Xwarezm” û “Hawrê (Mêhran) Xwarezm”, bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberên hikûmeta Îranê” her yek ji wan bi 6 meh girtîgeha te`izîrî hatin cezadan.

Kombûna dadgehîkirina wan sê welatiyan roja Çarşemî 25`ê Reşema sala 1400`an, li taya 101 a dadgeha keyferî ya bajarê Şinoyê, hatibû lidarxistin.

Roja Sêşemî 3`ê Reşema sala 1400`an, “Eyûb Mûsa” û “Hawrê (Mêhran) Xwarezm” xelkê bajarê Şinoyê bi danîna barimteyê ji girtîgeha wî bajarî hatine azadkirin.

Roja Înê 17`ê Befranbarê, hêzên ewlehî bi bê hebûna belgeyên yasayî ew du welatiyên Kurd binçav kiribûn.

Roja Çarşemî 20`ê Rêbendana sala derbasbûyî, “Siyamend Xwarezm” xelkê bajarê Şinoyê bi danîna barimteyê ji girtîgeha wî bajarî hatibû azadkirin.

 “Siyamend Xwarezm” roja Yekşemî 17`ê Rêbendana sala 1400`an, piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînan li yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê, bo girtîgeha bajarê Şinoyê hatibû veguhastin.

Roja Duşemî 4`ê Rêbendana sala derbasbûyî, “Siyamend Xwarezm” bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.