Sê welatiyên Kurd yên xelkê Îlam û Urmiyê bi 3 salan hepsa te`izîrî hatine cizakirin

17:08 - 26 Çirriya pêşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Dezgeha dadwerî ya hikûmeta Îranê, cezayê 3 sal hepsa te`izîrî bi ser 3 welatiyên Kurd yên xelkê bajarê Îlam û Urmiyê de sepand.

Pêka rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Ehmed Şokrî” yê xelkê bajarê Îlamê, ji aliyê dadgeha şoreş ya wî bajarî ve, bi 1 sal hepsa te`izîrî hate cizadan.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Îlamê, bi tohmeta “alozkirina raya giştî”, pêka madeya 698 a yasa ya cezaya Îslamî, bi 1 sal hepsê hate cizadan.

“Ehmed Şokrî”, di 21`ê meha Rezber a îsal de, bi tohmeta beşdarîkirin di kombûnên xwenîşandanan ya ji bo piştevanîkirin li Rojavayê Kurdistanê, hate desteserkirin, û piştî dawîhatina lêkolînevekirinê, bo girtîgeha bajarê Îlamê hatibû veguhastinê.

Her di vê derheqê de jî, 2 welatiyên Kurd yên xelkê bajarê Urmiyê bi navên “Riza Îsma`îlî û Keywan Zari`i”, di taya 1`a dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê de, bi berpirsatiya dadwer “Çabok” ve, bi tometa “piropagendekirin li dijî nizam”ê hatibûne dadgehîkirin û her yek bi 1 sal hepsa te`izîrî, hatibûne cezadan.

Ew 2 welatiyên Kurd, di 20`ê meha Rezber a Îsal de, hatibûne desteserkirinê û piştî dawîhatina lêkolînkirinê, bo benda ciwanan a girtîgeha navendî ya Urmiyê, hatibûne veguhastin.