Sê welatiyên Kurd piştî bidawîhatina heyama lêpirsînê bo girtîgeha Şinoyê hatin veguhastin

19:01 - 31 Tebax 2022

Roja Çarşemî 9`ê Xermananê, sê welatiyên Kurd ên bi navên “Hekîm Mîrzayî, Hîwa Mîrzayî û Zahir Muradî” xelkê gundê “Bêmzurtê” ya girêdayî bajarî Şinoyê, piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê, li yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê, bo girtîgeha bajarê Şinoyê, hatin veguhastin.

Ew sê welatiyên Kurd di heyama binçavkirinê de, ji mafê destpêragihîştina bi parêzer û hevdîtin digel malbatên xwe, hatibûne bêparkirin.

Roja Yekşemî 23`ê Gelawêjê, ew sê welatiyên Kurd bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûn binçavkirin û piştre bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hatibûn veguhastin.