Sê welatiyên Kurd piştî bidawî hatina heyama lêpêçîna wan bo girtîgeha bajarê Şinoyê hatin veguhastin

18:25 - 3 Tebax 2022

Roja Sêşemî 11ê Gelawêjê, 3 welatiyên Kurd yên bi navên “Behmen Mehmûdîazer” xelkê bajarê Şinoyê “Ferheng Keramet(Alanî)” û “Yeqûb Mehmûdîazer” xelkê gundê “Sîngan”a girêdayî wî bajarî piştî bidawî hatina heyama lêpêçîna wan di yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê de, bo girtîgeha bajarê Şinoyê hatin veguhastin.

Ew sê welatiyên Kurd di heyama binçavkirina xwe de, ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin digel malbatên xwe hatibûn bêparkirin.

Roja Duşemî 6ê Pûşperê, “Behmen Mehmûdîazer” û “Yeqûb Mehmûdîazer” bi bê hebûna belgeyên yasayî, ji aliyê hêzên ewlehî ve bo lêpêçînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hatibûn veguhastin.

Herwisa roja Çarşemî 22ê Pûşperê, “Ferheng Keramet (Alanî) temen 27 salî û kurê Hesen bi bê hebûna belgeyên yasayî li mala wî de, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpêçînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê “Urmiyê” hatibû veguhastin.

Hêzên ewlehî ew 3 welatiyên Kurd bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji partiyên Kurdî tawanbar kirine.”