Sê welatiyên Kurd li ser sînorê bajarê Şinoyê hatin kuştin û birîndarkirin

17:49 - 9 Tebax 2022

Êvareya roja Duşemî 17ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Mihemedemîn Ehmedî” kurê “Mistefa” û xelkê gundê “Lacan” yê girêdayî devera “Mirgewer”a ser bi bajarê Urmiyê, bi sedema teqeya rasterast ya hêzên leşkerî yên li ser sînorê bajarê “Şino”yê canê xwe ji dest da.

Herwisa 2 welatiyên din yên Kurd yên bi navên “Zirar Ehmedî” xelkê gundê “Lacan” û “Oizeyr Sabirîazer” xelkê gundê “Dizê” yê girêdayî devera “Mirgewer”ya ser bi bajarê Urmiyê bi sedema teqeya rasterast ya hêzên leşkerî hatin birîndarkirin.

Pêka çavkaniyek agehdar, hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, bi bê agehdarkirina berê ew 3ê welatiyên Kurd bi gumana qaçaxkirina pez(heywan) dane ber guleyan.

Çavkaniya agehdar ev yeka jî daye zanîn ku, termê “Mihemedemîn Ehmedî” bo nexweşxaneya bajarê “Nexedê” hatiye veguhastin û yên birîndar jî di vê nexweşxaneyê de di bin çavdêriya pizîşkî de ne.

Herwisa behsa vê yekê jî kiriye ku: Aliyê kêm 4 welatiyên din ji aliyê hêzên leşkerî ve li ser sînorê bajarê “Şino”yê  hatine binçavkirin.

“Mihemedemîn Ehmedî û Zirar Ehmedî” birayê hevdu ne.

“Mihemedemîn Ehmedî temen 30 salî ye û xêzandar û bavê 2 zaroka ne.