Sê welatiyên Kurd ên xelkê Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin
18:43 - 10 Tebax 2021
Roja Sêşemî 19`ê Gelawêjê, sê welatiyên Kurd xelkê gundê “Gergula serî” yê ser bi bajarê Pîranşarê ên bi navên “Erselan Pûrmihemed” kurê Tahir, “Ebdûllrehman Qadirî” kurê Elî û “Mizefer Ehmedî” kurê Mela Resûl ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.
Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belkeyekî yasayî ew sê welatiye binçav kirine û bo cihekî nexuya veguhastine.
Lipêyketina malbata wan sê welatiyan bo agehdar bûn ji qedera navbiriya heya niha bi encamp mane.
Heya dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wan sê welatiyên Kurd de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest de nîne.