Sê welatiyên Kurd di Bane û Şinoyê de hatine desteserkirin

11:32 - 13 Çirriya paşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Sê welatiyên Kurd yên bajarê Bane û Şinoyê, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatine desteserkirin û bo cihekî nexûya hatine veguhastin.

Pêka nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Sêşemî 21`ê Xezelwerê, welatiyekî Kurd yê bajarokê “Nelosê” ya ser bi bajarê Şinoyê, yê bi navê “Ebdulrehman Kurdî” kurê Ebdulqadir, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hate desteserkririn û bo cihekî nexûya hate veguhastin.

Heya niha li pey ketina malbata Ebdulrehman Kurdî ji qedara wî bê encam maye û ji sedema desteserkirina wî ti zaniyaeiyek ji ber dest nîne.

Ji aliyek din ve jî, çend roj beriya niha, du welatiyên Kurd yên bi navên, “Kawe Resûlî û Hadî Mihemedî” yên xelkê bajarê Banê, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatine binçavkirin.

Hêzên îtila`atê ew du welatiyê Kurd bi bê hebûna destûra yasayî desteser kirine û heya niha ji qedera wan, ti zaniyariyek ji ber dest nîne.

Heya niha hêzên îtila`tê ti sedemeke xûya ji bo binçavkirina wan du welatiyên Kurd nedaye zanîn.