Sê welatiyên Kurd bo taya 4 a dadgeha pêdaçûn a parêzgeha Sineyê hatin gazîkirin

19:23 - 30 Tebax 2022

Roja Sêşemî 8`ê Xermananê, sê welatiyên Kurd ên bi navên “Arman Selîmî, Umîd Şêxî û Umîd Esedî”, li taya 4 a dadgeha pêdaçûn a parêzgeha Sineyê, amade bûn.

Ew sê welatiyên Kurd piştî sikalaya dadgeha bajarê Sineyê bi tohmeta “piropagende di berjewendiya girûp an saziyên dijberên hikûmeta Îranê de” li taya 4 a dadgeha pêdaçûn a parêzgeha Sineyê, amade bûn.

Ew sê welatî piştî amadebûn li taya 4 a dadgeha pêdaçûn a parêzgeha Sineyê, bi wergirtina soznameyê ji wan, li hegera beşdarîkirin li rêûresman û çalakiyên medenî de, bi cezayên nextî dê werin ceza kirin.

Roja Şemî 7`ê Cozerdanê, ew sê welatiyên Kurd li taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Sineyê, ji tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji partiyên Kurdî” bê sûç hatibûn naskirin.

Roja Çarşemî 3`ê Xakelêweyê, “Umîd Şêxî û Umîd Esedî” bi sedema beşdarîkirin li rêûresma Newrozê li parka zarokan a bajarê Sineyê (parka Newroz), bo Îtila`ata Spahê hatibûn gazîkirin û piştre hatibûn binçavkirin.

“Arman Selîmî” roja Duşemî 1`ê Xakelêweyê, li meşa rêûresma Newrozê li parka zarokan a bajarê Sineyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Ew sê welatiyên Kurd roja Pêncşemî 18`ê Xakelêweyê bi danîna barimteyê bi awayek demkî heta dema dadgehîkirinê, ji girtîgeha ewlehî ya Şaramferî ya bajarê Sineyê, hatibûn azadkirin.

Ew sê welatiyên Kurd di heyama binçavkirinê de, ji mafê hevdîtin digel malbatên xwe û destpêragihîştin bi parêzer, hatibûn bêparkirin.