Sê welatiyên Kurd bo girtîgeha bajarê Şinoyê hatine veguhastin

17:48 - 22 Tebax 2021

Roja Şemî 30`ê Gelawêjê, sê welatiyên Kurd ên bi navên “Ubeyd Enverî” kurê Rehîm û xelkê gundê “Aliyavê”, “Rebwar Çarikdarî” 22 salî kurê Mihemed û xelkê bajarê Şinoyê û “Celal Qadirzade” kurê Ebdullah û xelkê gundê “Nelos”ê piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînên wan li yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê bo girtîgeha bajarê Şinoyê hatine veguhastin.

Ew sê welatiyên Kurd li roja Duşemî 11`ê Gelawêjê, bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin û bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Urmiyê hatibûne veguhastin.

Heya dema belav bûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmetên sepandî bi ser wan sê welatiyan ti zaniyaryek ji ber dest de nîne.