Sê welatiyên Kurd bo girtîgeha bajarê Seqiz û Bîcarê hatine veguhastin

16:48 - 11 Çirriya paşîn 2020

Roja Yekşemî 18ê Xezelwerê, sê welatiyên Kurd yên bi navên “Hamid Şêxî, Nebî Melaweysî û Eyûb Kakaxanî” bo derbaskirina heyam girtîgeha xwe bo girtîgeha bajarê Seqiz û Bîcarê hatine veguhastin.

Pêka gotina yek ji xizmên Hamid Şêxî, Nebî Melaweysî û Eyûb Kakaxanî bo derbaskirina heyama hepsa xwe bo girtîgeha bajarê Seqizê hatine veguhastin û Eyûb Kakaxanî bo girtîgeha bajarê Bîcarê hatiye veguhastin.

Ew sê welatiyên Kurd di dosiyekî hewpar de, meha Cozerdana îsal ji aliyê taya yek a dadgeha şoreş a bajarê Sineyê ve bi serokayetiya dadwer “Seîdî”, bi tohmeta “endamê yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê” her yek ji wan bi yek sal girtîgeha teizîrî hatine cezadan û ew cezaye jî di taya 4 a dadgeha pêdaçûn a bajarê Sineyê de, bo çar meh girtîgeha teizîrî digel hesabkirina rojên rojên wî yên berê hate kêmkirin.  

Roja Înê 25ê Rêbendan a sala 1398an, hêzên ewlehî li bajarê Seqizê, ew sê welatiyên Kurd bi bê ti belgeyekî yasayî binçav kirin û piştî 40 roj ji binçavkirina wan, rêkevta 7ê Xakelêweya îsal, her yek ji wan bi danîna barimteya 200 milyon tumenî ji girtîgeha îdareya Îtilaata bajarê Sineyê hatibûne azadkirin.

Ew sê welatiyên Kurd, xelkên bajarên Seqiz û Dîwandere ne.