Sê welatiyên Kurd bi hapsê hatine cezadan

18:33 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2020

Roja Pêncşemî 2`ê Tîrmehê, sê welatiyên Kurd bi navên “Mela Ebdulah Merufî”, “Ehmed Îlahî” xelkê bajrê Mihabadê û “Xalid Xefarî” xelkê bajarê Serdeştê, her yek ji van ji aliyê taya 2 a dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê , bi serokayetiya dadwer “Şêyxlû” bi salek hepsa te`izîrî hatine cezadan.

Taya 2 a dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê, ew sê welatiyên Kurd bi tohmeta “piropagendeyên dijî nizam” tavanbar kirine.

Ew sê welatiyên Kurd di havîna sala 1397`an, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Roja Pêncşemî 2`ê Tîrmehê, taya 2 a dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê bi serokayetiya dadwer “Şêyxlû” welatiyekî Kurd yê bi navê “Mihyedîn tazevarid” xelkê bajarê Şinoyê, bi îdam û 6 welatiyên din jî bi 33`ê sal hepsa te`izîrî hatine veguhastin.

Pêka wê cezayê, “Mihyedîn tazevarid” kurê “Yusif” xelkê bajarê Şinoyê bo tohmeta “Meharibe” bi îdam, “Ebdulselam Merdan” kurê “Mihemed” xelkê bajarê Şinoyê, bi tohmeta “endam bûn di girupekî tundrev yên ayînî” bi 10 sal hepsa te`izîrî, “Hisam Mihemedîxaclû” kurê “Husên” xelkê bajarê Şinoyê bi tohmeta “piropagendeyên dijî nizamê” bi salek hepsa tezîrî, “Elîreza Fetah Muradî” kurê “Sidîq” xelkê bajarê Bokanê bi tohmeta “endam bûn di girupekî tundrev yên ayînî” bi 10 sal hepsa te`izîrî, “Celal Rostemînewrozlû” kurê “Ebûbekr” xelkê bajarê Mihabadê bi tohmeta “piropagendeyên dijî nizamê” bi salek hepsa te`izîrî û mela “Rehmet Nisuhî” xelkê bajarê Mihabadê bi tohmeta “endam bûn di girupekî tundrev yên ayînî” bi 10 sal hepsa te`izîrî hatine cezadan.