Sê welatiyên Kurd bi girtîgehê hatine cezadan û yek jî bê guneh hat nasîn

19:27 - 4 Gulan 2022

Roja Çarşemî 7`ê Banemerê, sê welatiyên Kurd ên bi navên “Miqdad Hesenijad” kurê Salih, “Zemane Zîvîye” keça Ehmed û “Mihemed Selîmî” kurê Ebdullah, ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Seqizê bi serokatiya dadwer “Cevad Mistefayî” li ser hev bi 27 meh girtîgehê hatin cezadan û welatiyek din jî yê bi navê “Kawe Reşîdzade” bê guneh hat nasîn.

Dadgehê ew çar welatiyên Kurd bi “teblîx û endambûna digel yek ji partiyên Kurd yên dijberên hikûmeta Îranê” tawanbar kirine.

Li gor vê cezaya ku hatiye birîn, “Miqdad Hesenijad” bi şeş meh girtîgeha te`izîrî, “Zemane Zîvîye” bi 10 meh girtîgeha te`izîrî û “Mihemed Selîmî” bi 11 meh girtîgeha te`izîrî hatine cezadan.

Herwisa “Kawe Reşîdzade” ji aliyê dadgehê ve bê guneh hatiye nasîn.

Dadgehê 6 meh girtîgeha “Miqdad Hesenijad” li gor madeya 38 a cezayê Îslamî û madeya 6 a kêmkirina cezaya te`izîrî bi 6 milyon Tumen kêm kiriye.

Rêkevta 9`ê Rêbendana sala derbasbûyî, “Miqdad Hesenijad” û “Zemane Zîvîye” bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûn binçavkirin û bo lêkolînê bo yek ji girtîgehên ewlehî ên bajarê Sineyê hatibûne veguhastin.

Ew herdu welatî piştî lêkolînê bo girtîgeha bajarê Seqizê hatibûn veguhastin. Rêkevta 7`ê Reşema sala derbasbûyî “Miqdad Hesenijad” bi danîna barimteya biqasî 300 milyon Tumenî hatibû azadkirin û roja Pêncşemî 12`ê Reşemê, “Zemane Zîviye” bi danîna barimteya biqasî 300 milyon Tumenî hatibû azadkirin.

 “Zemaneh Zîvye” xwedê bawerînameya hiqûqa zanîngeha Peyamê Nûr a bajarê Seqizê ye û di sala 1396`an de bi tohmeta “beşdarîkirin di civînên piştgiriya ji referandoma serbixweya Kurdistanê , ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçakirin.

Piştre Zemane Zîvye di dadgeha Şoreş a bajarê Seqizê de, her bi vê tohmetê hatibû dadgehîkirin û bi 50 derbên qamçî û 1 milyon û 800 hezar Tumen pere hatibû cezakirin.

Piştre cezayê nextî ya “Zemane”yê ji aliyê dadgeha pêdaçûnê ve hatibû piştrastkirin û cezayê lêdana 50 derbên qamçiyên navbirî bo heyama 3 salan bi awayê ragirtî mabû.

Roja Şemî rêkevta 19`ê Rêbendana sala 1400`an a rojî “Kawe Reşîdzade” bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştre bi danîna barimteyê hatibû azadkirin.

Roja Sêşemî rêkevta 19`ê Rêbendana sala 1400`an a rojî “Mihemed Selîmî” bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştre bo girtîgeha Îtila`ata bajarê Sineyê hatibû veguhastin û roja Çarşemî rêkevta 17`ê Xakelêweyê bi danîna barimteyê hatibû azadkirin.

Ew çar welatiye di heyama binçavkirina xwe de ji mafê “destpêregihîştina bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe” hatibûne bêparkirin.