Sê welatiyên Kurd bi danîna barimteyê ji girtîgehê hatine azadkirin

17:56 - 12 Nîsan 2022

Di heyama çend rojên derbasbûyî de, sê welatiyên Kurd ên bi navên “Ehmed Peyxamî, Hadî Husênzade û Mihemed Azerexş” xelkê “Nelus”a bajarê Şinoyê, bi danîna barimteyê ji îdareya Îtila`ata wî bajarî hatine azadkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew sê welatiyên Kurd di heyama çend rojên derbasbûyî de ji rêya peywendiya telefonî ve bo îdareya Îtila`ata bajarê Şinoyê hatibûne gazîkirin.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Hêzên ewlehî ew sê welatiyên Kurd bi sedema beşdarîkirin li rêûresma Newrozê gazî kiribûn.

Ew sê welatiyên Kurd piştî çend demjimêran bi danîna barimteyê ji îdareya Îtila`ata bajarê Şinoyê hatibûne azadkirin.