Sê welatiyên Kurd bi danîna barimteyê ji girtîgeha Nexedeyê hatin azadkirin

17:20 - 10 Şibat 2021

Roja Sêşemî 21`ê Rêbendanê, sê welatiyên Kurd yên bi navên “Rehman Îbrahîmî”, “Talib Reyhanî”û “Reşîd Reyhanî”, xelkê gundê “Şawele” yê ser bi bajarê Nexede, bi danîna barimteyê ji girtîgeha wî bajarî hatin azadkirin.

Ew sê welatî, pêştî bi dawîhatina lêpêçînê li yek ji girtîgehên ewlehî, bo girtîgeha bajarê Nexedê hatibûne veguhastin.

Roja Sêşemî 30`ê Befranbarê, Rehman Îbrahîmî ji aliyê hêzên ewlehî ve li Peswê yê ser bi bajarê Pîranşarê hatibû binçavkirin.

Hêzên ewlehî li dema binçavkirinê, navbirî bi awayekî dijwar îşkence kiribûn.

Herwisa roja Sêşemî 30`ê Befranbarê, Talib û Reşîd Reyhanî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin.

Ew sê welatî, bi bê hebûna belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin û bo lêpêçînê bo cihekî nexuya hatibûne veguhastitn

Heta niha ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wan sê  welatiyên kurd de hatiye sepandin ti zaniyariyek ji ber dest nîne.