Sê welatiyên Kurd bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Şinoyê hatin azadkirin

18:45 - 19 Tebax 2022

Roja Pêncşemî 27ê Gelawêja 1401`an a Rojî, 3ê welatiyên Kurd yên bi navên “Pîrot Tabnak” “Ferheng Keramet(Alanî) û “Yeqûb Mehmûdîazer” xelkê gundê “Sîngan” yê girêdayî bajarê “Şino”yê, bi danîna barimteyê ji girtîgeha wî bajarî hatin azadkirin.

“Pîrot Tabnak” bi danîna barimteya 400 miliyon Tumenî “Ferheng Keramet” bi danîna barimteya 300 miliyon Tumenî û “Yeqûb Mehmûdîzer” bi danîna barimteya 600 miliyon Tumenî, bi awayekî demkî heta dema bidawî hatina qonaxên dadgehîkirinê ji girtîgeha bajarê “Şino”yê hatin azadkirin.

Ew 3ê welatî di heyama binçavkirinê de, ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin digel malbatên xwe hatibûn bêparkirin.

Roja Sêşemî 11ê Gelawêjê “Ferheng Keramet” û “Yeqûb Mehmûdîzaer” piştî bidawî hatina qonaxên lêpêçînê di yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê “Urmiyê” bo girtîgeha bajarê “Şino”yê hatin veguhastin.

Herwisa roja Şemî 22ê Gelawêjê, “Pîrot Tabnak” piştî bidawî hatina heyama lêpirsînê li girtîgeha ewlehî ya bajarê Urmiyê, bo girtîgeha bajarê Şinoyê, hatiye veguhastin.

Roja Duşemî 6ê Gelawêjê “Yeqûb Mehmûdîazer” bi bê hebûna belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpêçînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê “Urmiyê” hatibû veguhastin.

Roja Çarşemî 22ê Gelawêjê, “Ferheng Keramet” û “Pîrot Tabnak” bi bê hebûna belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûn binçavkirin û bo lêpêçînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê “Urmiyê” hatibûn veguhastin.

Hêzên ewlehî ew 3ê welatiyên Kurd bi tohmeta hevkarîkirin digel yek ji partiyên Kurdî yên opozîsyona hikûmeta Îranê binçavkirine.