Sê welatiyên Kurd bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hatine azadkirin

18:29 - 6 Hezîran 2020

Roja Şemî 17`ê Cozerdan, “Hisamedîn Pîranî” bi danîna barimteya 300 milyon tumenî, “Ebûbekr Mehmûdhusên” bi danîna barimteya 400 milyon tumenî û “Selam Bapîrwend” bi danîna barimteya 50 milyon tumenî ji girtîgeha bajarê Neqedê hatine azadkirin.

Ew sê welatiyên Kurd, xelkê bajarê Pîranşehrê piştî bidawîhatina lêkolînê di heyama çend rojên derbasbûyî de ji girtîgeha îdareya îtila`ata bajarê Urmiyê bo girtîgeha bajarê Neqedê hatine veguhastin.

Roja Sêşemî 16`ê Banemerê, “Selam Bapîrwend” kurê “Zahir” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Herwisa “Ebûbekir Mehmûdhusên” roja Duşemî 15`ê Banemerê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Heya niha ti zanyariyek ji sedema binçavkirina wan sê welatiyên Kurd ji ber dest de nîne.