Sê welatiyên din yên Kurd li bajarê “Miyandav”ê, hatin binçavkirin

17:54 - 17 Tebax 2022

Êvareya roja Sêşemî 25`ê Gelawêjê, 3ê welatiyên din yên Kurd yên bi navên “Ehmed Gurgîn” kurê “Mewlûd” “Îslam Feyzî” kurê “Hebîb” û “Peyman Tehazade” kurê “Omer” û xelkê gundê “Gamêş Gulî” yê girêdayî bajarê “Miyandav”ê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatin binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna belgeyên yasayî êrîş kirine li ser mala wan 3ê welatiyên Kurd û ew binçav kirine.

Pêka çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehî di dema binçavkirinê de, ew 3ê welatî azar û îşkence dane.

Herwisa çavkaniya agehdar daye zanîn: Hêzên ewlehî di dema binçavirina wan 3ê welatiyan de, malbatên wan jî azar û îşkence dane.

Ew 3ê welatiyên Kurd, piştî binçavkirinê bo cihek nexuya hatine veguhastin û li derheq qedera wan de ti zaniyariyek ji ber dest tune ye.

Heta niha sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî wan 3ê welatiyên Kurd hatine sepandin ti zanyariyek ji ber dest tune ye.